CENTCOM: Serbazekî me li Herêma Kurdistanê hat kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) aşkere kir ku li Herêma Kurdistanê serbazekî wan ji ber teqîna bermahiyên droneka Îranî hatiye kuştin û li Urdinê jî pêvajoya lêkolînê li ser termên dî berdewam e.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro (Yekşem, 19ê Tîrmeha 2026ê) mirina du serbazên Amerîkayî û windabûna serbazekî din li Urdinê ragihand, ku ev yek ji ber êrîşeka Îranê ya di 17ê Tîrmehê de çê bûbû.
Li gorî wê daxuyaniyê, hêzên Amerîkayê serê sibeha îro bermahiyên termên nenas li cihê wê rûdanê dîtine, û niha pêvajoya lêkolîn û pişkinînê bo piştrastkirina nasnameya wan terman berdewam e.
Ji aliyekê din ve jî, CENTCOMê aşkere kir ku di 18ê Tîrmehê de serbazekî Amerîkayî li Herêma Kurdistanê, ji ber teqîna bermahiyên droneka Îranî canê xwe ji dest daye. Di eynî rûdanê de serbazekî din ê Amerîkayî birîndar bûye û niha ji ber sivikiya birîna xwe çareseriya pizîşkî ya pêdivî werdigire.
CENTCOMê bal kişand ser wê yekê jî ku ji ber rêzgirtina li malbatên serbazên kuştî û windabûyî, di dema pêvajoya fermî ya agahdarkirina binemalên wan de, di vê demê de tu zanyarên din an nasnameya wan serbazan belav nake.