CENTCOM: Me pêleke din a êrîşan bo ser Îranê bi dawî anî

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku serê sibeha îro, bo cara nehê li ser hev, êrîşên asmanî birine ser armancên serbazî li navxweya axa Îranê û operasyon bi rengekê serkeftî bi dawî aniye.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro (Duşem, 20ê Tîrmeha 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya “X”ê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku saet 06:00 ê sibehê bi dema Rojhilata Navîn, di van êrîşan de çend pêngehên stratejîk û serbazî hatine amanckirin.

CENTCOMê ew pêgeh eşkere kirin û got: “Ji wan pêgehan: navendên fermanderiya serbazî, sîstemên berevaniya asmanî, bingehên çavdêriya deryayî, şiyanên hêza deryayî, cihên avêtina moşek û dronan, ligel torên peywendiyên serbazî ne.”

CENTCOMê bal kişand ser wê yekê jî ku armanc ji van operasyonan lawazkirina şiyanên Îranê ye bo kirina êrîşan bo ser keştiyên bazirganî û deryavanên sivîl li Tengava Hurmizê û herwesa parastina ewlehiya deryavaniyê li deverê ye.

Di wê beyannameyê de hat tekez kirin: "Artêşa Amerîkayê bi rênumayiyên rasterast ên Serok û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, Îranê beranberî kiryarên wê berpirsyar dibîne. Herwesa amaje hatiye dan ku hêzên CENTCOMê di amadebaşiya herî bilind de ne û bi hûrbînî û çavdêriyeka tund ve bo her bersivdanekê amade ne."