Xurmato: Li ser gilîkirina erebên hawirde 20 cotkarên Kurd tên dadgehkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser gilîkirina fermî ya erebên hawirde, 20 cotkarên Kurd ên xwecihên gundê Tepesewzê li sînorê qezaya Xurmatoyê îro (Duşem, 20ê Tîrmeha 2026ê) li pêşberî Dadgeha Xurmatoyê amade dibin; ev jî di çarçoveya berdewambûna arêşeyên erd û zeviyan de li deverên ku duberekî li ser heye.
Li gorî zanyarên Peyamnêrê Kurdistan24ê li Kerkûkê Soran Kameran, giliyên erebên hawirde li ser du bingeh û xalên serekî hatine tomarkirin:
- Xala Yekê: Erebên hawirde îdîaya xwedîtiya wan zeviyan dikin ku cotkarên Kurd karên çandiniyê tê de dikin.
- Xala Duyê: Gilîkirina din li ser wê yekê hatiye kirin ku qaşo di dema borî de alozî li deverê çê bûye û cotkarên Kurd êrîş biriye ser erebên hawirde.
Biryar e di demeka nêzîk de cotkarên Kurd li pêşberî dadgehê amade bibin, daku gotinên wan li ser vê dosyayê bên wergirtin. Ev arêşeya erd û zeviyan li deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê her dem wekî metirsiyekê li ser jiyana gundiyên Kurd maye.