PKK: Qanûneke ku azadiya Ocalan û kadroyan li nava xwe negire, têkbirina pêvajoyê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Tevgera Apoyî têkildarî nîqaşên li ser "qanûna çarçoveyê" ya ji bo çareseriya pirsgrêka Kurd daxuyaniyek da. Tevgerê destnîşan kir, eger qanûnek azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û tevlêbûna kadroyên rêveber a qada siyasî garantî neke, ew ê bibe sedema bêçareseriyê û sabotekirina pêvajoyê.
Rêveberiya Tevgera Apoyî (PKK), nîqaşên dawî yên di navbera DEM Partî û AK Partiyê de yên li ser amadekirina "qanûna çarçoveyê" nirxandin. Tevgerê bi daxuyaniyekê hişyarî da ku her hewildaneke ku Abdullah Ocalan wekî aktorê bingehîn qebûl neke û mercên azadiya wî ava neke, dê rastî serkeftinê neyê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, piştî hevdîtinên DEM Partî û AK Partiyê, hin agahî belav bûne ku tê de tê gotin dê Abdullah Ocalan û kadroyên rêveber ên tevgerê li derveyî qanûna nû bên hiştin. Tevgerê li dijî vê helwestê got ku, qanûnek eger azadiya fîzîkî ya Ocalan li nava xwe negire, dê bibe qanûneke ku ti pirsgirêkan çareser nake. Ev yek bi eşkereyî tê wateya sabotekirina pêvajoyê. Divê mercên azad Ocalan bi qanûnê bên mîsogerkirin.
Rêveberiya PKK’ê bal kişand ser rewşa şer a 50 salî û destnîşan kir, çareserî tenê bi vekirina rêya siyaseta azad pêkan e. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Dûrxistina kadroyên rêveberiya tevgerê ji qada siyasî ya demokratîk, nayê wateya çareseriyê. Divê qanûneke wisa bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan, her kesî bi azadiya fikrî û rêxistinî tevlî siyaseta demokratîk bike."
Tevgerê rexne li nêzîkatiyên ku pirsgirêkê tenê wekî "danîna çekan" dibînin girt û destnîşan kir ku mesele bi bingehîn mijara demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. PKK’ê hişyarî da ku eger qanûn kamil nebe û bi Abdullah Ocalan re lihevkirinek neyê kirin, dê valahiyên hiqûqî encamên xirab bi xwe re bînin: "Êdî ne Tirkiye ne jî gelên me dikarin xwe li têkçûneke din rabigirin."
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin, berpirsyarî ne tenê ya desthilatdariyê ye; divê hêzên opozîsyonê û rêxistinên civakî yên sivîl jî di mijara muxatabiya Abdullah Ocalan de xwedî helwesteke erênî bin. Tevgerê bang li gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê kir ku li benda gavanên dewletê nemînin, rêxistinbûna xwe xurt bikin û ji bo avakirina civakeke demokratîk têkoşînê bilind bikin.