Amerîkayê ji bo hemû welatiyên xwe hişyariyeke cîhanî ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê ji ber zêdebûna rageşiya leşkerî ya li gel Îranê, hişyariyeke awarte ji bo welatiyên xwe yên li seranserê cîhanê belav kir. Washingtonê daxwaz ji welatiyên xwe kir ku li her çi devera cîhanê bin, li hemberî êrîşên gengaz hişyar bin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê hişyarî da welatiyên xwe ku li her devera cîhanê "bi baldarî" tevbigerin. Destnîşan kir jî, ji ber aloziyên li Rojhilata Navîn, eger heye ku li seranserê cîhanê rûdanên "nediyar û ji nişke ve" pêk bên.

Wezaretê got, ji ber şerê li dijî Îranê ku gihîştiye asta herî jor, metirsiyên li ser nûneratiyên dîplomatîk ên Amerîkayê (balyozxane û konsulxane) û hemû saziyên girêdayî berjewendiyên Washingtonê zêde bûne. 

Di peyamê de wiha hat gotin: "Em daxwaz ji welatiyên Amerîkî dikin ku tedbîrên xwe yên parastinê xurt bikin, ji cihên qerebalix dûr bikevin û her dem li hemberî rewşên awarte amade bin."

Washington vê hişyariyê di demekê de belav dike ku metirsiya destpêkirina şerekî rastarast ê li dijî Îranê, tevahiya herêmê girtiye. Amerîkayê beriya vê gavê jî, geştên welatiyên xwe yên bo Îsraîlê qedexe kiribûn.

Di hefteya dawî de jî, ji ber êrîşên mûşekî û dronî yên Îranê yên li ser bingehên Amerîkayê, li Kuweyt, Bahreyn û Urdinê ziyanên canî û madî çêbûne û çendîn leşkerên Amerîkî hatine kuştin.