Gregory Logerfo: Em destkeftiyên jinavbirina DAIŞ’ê diparêzin

Navenda Nûçeyan (K24) – Kordînatorê Ofîsa Rûbirûbûna Terorê ya Amerîkayê Gregory Logerfo rola hêzên Pêşmerge bilind nirxand û ragihand, Amerîka qurbanîdanên wan ji bîr nake. Logerfo destnîşan kir, divê destkeftiyên li dijî terorê bi her awayî bên parastin.

Gregory Logerfo îro 21ê Tîrmehê derbarê rola Pêşmerge û hêzên kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji Berpirsê nivîsgeha Kurdistan24’ê li Washingtonê re got: "Min du caran li Iraqê, di salên 2010 û 2021’an de erk pêk aniye. Ez li Hewlêrê bûm û min ji nêz ve hêzên Pêşmerge nas kirin. Pêşmerge ji bo me hevparekî gelekî mezin e. Wan di têkoşîna li dijî terorê de berdêlên giran dan û qurbaniyên mezin pêşkêş kirin; em wekî Amerîka pişta xwe didin wan û keda wan ji bîr nakin."

Têkildarî metirsiya serhildana terorê ya li Iraq û Sûriyeyê, Logerfo diyar kir ku bi hevkariya hevbeşan "Xelîfetiya DAIŞ'ê" hatiye rûxandin, lê ev nayê wê wateyê ku kar qediya ye. Logerfo got: "Tiştê ku me bi hev re kir destkeftiyeke mezin bû, lê divê em vê destkeftiyê biparêzin. Hîn karên ku divê bên kirin hene, da ku teror careke din serî hildene."

Logerfo di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir, her kiryara ku gel ji beşdarbûna pêvajoya demokratîk ditirsîne, wekî terora siyasî tê dîtin. Amerîka jî li dijî her cureyên terorê û tirsandina xelkê bi biryardarî disekine.