Amerîkayê nasnameya serbazê xwe yê li Hewlêrê hatiye kuştin aşkere kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) bi rengekê fermî nasnameya wî serbazê artêşa xwe aşkere kir, ê ku li Bingeha Asmanî ya Hewlêrê, di dema amadekariya teqandina droneke têkçûyî de hatibû kuştin.

Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) îro (Sêşem, 21ê Tîrmeha 2026ê) bi rengekê fermî kuştina serbazekî welatê xwe li Hewlêrê piştrast kir û nasnameya wî ji raya giştî re aşkere kir.

Li gorî daxuyaniya fermî ya Pentagonê, ew serbazê Amerîkayî di dema piştgirîkirina operasyonên derveyî welat de li Herêma Kurdistanê hatiye kuştin. Serbazê bi navê Michael Emanuel Swinton ê 30 salî, xelkê bajarê “Fayetteville”yê yê wîlayeta “North Carolina”yê bûye.

Pentagonê diyar jî kiriye ku ew rûdan li roja Yekşemê, 19ê Tîrmeha 2026ê, li Bingeha Asmanî ya Hewlêrê qewimiye. Michael Emanuel di dema amadekariyan de ji bo teqandina droneka têkçûyî hatiye kuştin.

Hat aşkerekirin jî ku navborî ser bi Fewca 55ê ya Berevaniya Asmanî ya Artêşa Amerîkayê bû, li bingeha “Fort Bragg”ê. Wezareta Berevaniyê da zanîn jî ku lêkolîneke hûr û kûr li ser sedemên rûdana teqînê hatiye destpêkirin.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) jî li roja Yekşemê, 19ê Tîrmeha 2026ê, ragihandibû ku teqemeniya paşmayîyên droneke Îranî bi serbazekî Amerîkayî ve teqiyaye û ew serbaz kuştiye. CENTCOMê diyar jî kiribû ku her di wê rûdanê de serbazekî din ê Amerîkayî jî birîndar bûye û niha di bin çareseriya pizîşkî de ye.