Bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî nirxê nû yê benzînê hat ragihandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezareta Samanên Sirûştî ji bo rêkûpêkkirina nirx û kalîteya benzînê, çend biryarên nû dan. Li gorî biryarê, nirxê herî bilind ê lîtreya benzînê hat diyarkirin.
Wezareta Samanên Sirûştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê (HHK), bi armanca rêgirtina li girankirina sotemeniyê û kêmkirina bargiraniya li ser milê welatiyan, nirxê benzînê yê cureyên Normal, Muhesen û Super bi vî rengî diyar kir:
1- Benzîna Normal (Hikûmî): Lîtreya benzîna ku ji aliyê Wezaretê ve tê dabînkirin, li benzînxaneyan bi 750 dînaran e. Herwiha benzîna Normal a bazirganî nabe ji 850 dînaran buhatir be.
2- Benzîna Muhesen (Başkirî): Nirxê lîtreyekê nabe ji 1000 dînaran zêdetir be.
3- Benzîna Super: Nirxê lîtreyekê nabe ji 1200 dînaran zêdetir be.
4- Kalîte: Divê kalîteya her sê cureyên benzînê li gorî rênima û pîvanên Wezareta Samanên Sirûştî be.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir, ji ber kêmkirina pişka sotemeniyê ya Herêmê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, carinan li bazaran nirxê benzînê bilind dibe. Ji bo rêgirtina li vê yekê, hikûmet rasterast destwerdanê dike û benzîna bi nirxê 750 dînaran dixe bazarê.
Di daxuyaniyê de hat, diyarkirina sînorê herî bilind ê nirxan, rê li ber qorxkariya xwediyên benzînxaneyan digire û aramiya bazara sotemeniyê diparêze.