Mafnas: Divê pirsa Kurd bi danîna çekan ve neyê sînordarkirin
Diyarbekir (K24) – Komeleya Mafên Mirovan li Diyarbekirê bang kir ku bo baweriya civakî û pêşxistina pêvajoya çareseriyê, pêdivî bi gavên yasayî heye. Herwiha bal hate kêşan ku yasaya were derxistin jî divê hemû endamên PKKê li xwe bigire. Mafnas amaje dikin ku pirsa kurd divê bi danîna çekan ve neyê girêdan ku pêdivî bi çaksaziyên demokratîk jî heye.
Demeke ku nîqaşên ser yasaya çarçoveyî zêde dibin de Komeleya Mafên Mirovan li Diyarbekirê nêrîn û pêşniyarên xwe yên derbarê yasaya çarçoveyî de bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re parve kir. Di civînê de hat amajekirin ku divê demildest yasaya çarçoveyî derbikeve û her wiha divê yasayak wisa giştgir be ku hemu endamên PKKê bikaribin sudê ji wê yasayê werbigrin. Mafnas tînin zimên ku bo pêşketina pêvajoyê û baweriya civakî bi awayeke lezgîn pêdivî bi gavek yasayî heye.
Serokê Şaxa Diyarbekirê a Komeleya Mafên Mirovan Ercan Yilmaz ji K24ê re got: “Dewlet dibêje bila endamên PKKê vegerin, lê serkirdeyên PKKê bila venegerin. Baş e eger serkerideyên PKKê venegerin wê biçin kû derê, dema şervanên PKKê binihêrin ku fermandeyên wan venagerin wê ew jî venegerin, ji ber wê divê hemu endamên PKKê sudê ji yasaya ku were derxistin werbigrin.”
Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan dibêjin, avêtina gavên yasayî girîng e û dê baweriya civakê bo pêvajoyê jî zêde bike, lê divê pirsa kurd tenê bi danîna çekan ve newe girêdan û divê gavên çaksaziyên demokratîk jî pêk werin.
Nûnerê Herêmî yê Komeleya Mafên Mirovan Mehmet Tahîr Saçakli dibêje: “Divê pirsa kurd tenê bi yasaya danîna çekan ve neye girêdan, divê çaksaziyên demokratîk werin kirin, da ku civak pê bawer bibe û divê bi awayeke giştî û berfireh çareserî pêk were.”
Mafnas amaje dikin ku divê yasaya çarçoveyî hemû endamên PKKê li xwe bigire, divê hemû girtiyên siyasî azad bike û rê li ber vegera kesên dîasporayê ne û siza wergirtine an jî doza wan didome bide vekirin.