Serokê Libnanê: Bêçekkirina Hizbullahê bi sê mercan pêkan e
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Libnanê Jozêf Awin ragihand, heke îradeyeke siyasî ya rasteqîn hebe, bêçekkirina Hizbullahê karekî pêkan e û ji bo vê yekê sê mercên sereke destnîşan kirin.
Serokê Libnanê Jozêf Awin, îro 22ê Tîrmeha 2026an di çarçoveya serdana xwe ya fermî de li Washingtonê bi endamên Kongreya Amerîkayê û berpirsên îdarî re civiya. Aoun di civînê de bal kişand ser mijara çekên Hizbullahê û aramiya Libnanê.
Jozêf Awin destnîşan kir ku ji bo serkeftina pêvajoya bêçekkirina Hizbullahê, divê sê mercên bingehîn werin cih:
1- Divê Îsraîl ji hemû axên Libnanê vekişe.
2- Divê Artêşa Libnanê bi temamî kontrolê li ser hemû herêmên welat hilde destê xwe.
3- Divê bernameyeke avakirinê ya nû were destpêkirin ku tenê ji aliyê dewletê ve û dûrî destwerdanên derve were birêvebirin.
Serokê Libnanê anî ziman ku heta Libnan nebe xwedî "yek dewlet û yek artêş", aramî û yekîtî pêk nayê. Herwiha got: "Pêdiviya me bi artêşekê heye ku bêyî cudahî parastina hemû welatiyan bike. Modela pêkvejiyana Libnanê ya li ser bingeha azadî, pirrengî û serweriya qanûnê, hêjayî parastinê ye."
Awin destnîşan kir, serkeftina ezmûna Libnanê dê bibe peyameke hêviyê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê, ji ber ku nirxên Libnan li ser hatine avakirin bi nirxên demokratîk ên wekî yên Amerîkayê re hevaheng in.
Ji aliyê din ve, Balyozê Libnanê yê li Washingtonê Hamada Miewez kêfxweşiya xwe bi serdana Joseph Aoun anî ziman û diyar kir ku ev serdan nîşana pabendbûna Amerîkayê ya ji bo xurtkirina têkiliyên dîrokî yên her du welatan e. Miewez got ku xebata ji bo serwerî û yekparçeyiya axa Libnanê, dê asoyên nû di têkiliyên her du welatan de veke.