Li Kerkûkê elektirîka niştimanî rojane tenê 6 saetan heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Kerkûkê rewşa elektirîka niştimanî roja bi roj xirabtir dibe. Welatî neçar in xwe bispêrin jeneratorên taybet, lê xwediyên jeneratoran jî ji ber kêmkirina pişka mazotê û buhabûna sotemeniyê bi guman in.

Bi zêdebûna pileya germê û zêdebûna daxwaza li ser enerjiyê, saetên dana elektirîka niştimanî li Kerkûkê bi awayekî berçav kêm bûne. Ev yek bûye sedema bargiraniyeke giran li ser milê welatiyan û xwediyên jeneratorên taybet.

Çend xwediyên jeneratoran ji Kurdistan24ê re ragihandin, ji ber ku elektirîka niştimanî rojane tenê 6 saetan heye, ew neçar in rojane 18 saetan elektirîka jeneratoran bidin welatiyan.

Xwediyên jeneratoran bal kişandin ser pirsgirêka sotemeniyê û diyar kirin ku îdareya bajêr tenê %45ê mazota ku ji bo xebitandina jeneratoran pêwîst e, dabîn dike. Ji ber vê kêmasiyê, xwediyên jeneratoran neçar dimînin ku mazotê ji "bazara reş" peyda bikin. Herwiha hat destnîşankirin ku voltaja elektirîka jeneratoran jî lawaz e û wekî pêwîst nîne.

Li gorî agahiyan, li Kerkûkê zêdetirî 400 jeneratorên taybet hene. Meha borî lîtreya mazotê bi 200 dînaran hatibû dayîn, lê ji ber ku saetên birîna elektirîka niştimanî pir zêde ne, ev bir têra xebata jeneratoran nake.

Pirsgirêka elektirîkê ne tenê kêşeya Kerkûkê ye; bajar ji mêj ve di warê xizmetguzariyên bingehîn de bi zehmetiyên mezin re rû bi rû ye. Welatî rexneyan li hikûmetên li pey hev ên Iraqê digirin ku heta niha nekarîne çareseriyeke bingehîn ji qeyranên vî bajarî re bibînin.