Encûmena Wezîran çend biryar di berjewendiya welatiyan de dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û ji bo kêmkirina bargiraniya ser milê welatiyan çend biryarên girîng dan.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 22ê Tîrmeha 2026an bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civîna xwe ya asayî lidar xist. Di civînê de ji bo hêsankirina karûbarên darayî yên welatiyan, di warê cezayên trafîkê û deynên elektirîkê de biryarên nû hatin girtin.

Li gorî zanyariyên ku ji çavkaniyên hikûmetê hatine girtin, hûrgiliyên biryarên nû wiha ne:

Cezayên Trafîkê:

Lêborîna %20 ya cezayên trafîkê hat dirêjkirin. Welatî dikarin heta roja 31.12.2026an sûdê ji vê biryarê werbigirin û cezayên xwe bi awayekî kêmkirî bidin.

Deynên Elektirîkê:

Ji bo paqijkirina deynên kevin ên elektirîkê (yên beriya destpêkirina Projeya Rûnakî), daşkandineke mezin hat kirin:

- Ji bo welatî û xwediyên projeyên çandiniyê, %50 daşkandin di deynên elektirîkê de hat kirin.

- Ji bo projeyên pîşesazî, bazirganî, geştiyarî û kargehan, %25 daşkandin di deynên elektirîkê de hat kirin.

- Ev biryar ji roja derçûnê ve ji bo dema yek mehê derbasdar e.

Armanc: Kêmkirina bargiraniya darayî

Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya çaksazî û hêsankariyan de, bi berdewamî hewl dide bargiraniya darayî ya li ser milê welatiyan kêm bike. Hikûmetê berê jî çendîn caran biryarên lêborînê û kêmkirina deynên av, elektirîk û cezayan dabû.

Ev biryarên nû, piştî serkeftina "Projeya Rûnakî" tên, da ku welatî karibin deynên xwe yên kevin bidin û bi pergaleke nû û bê pirsgirêk sûdê ji xizmetguzariya karebayê werbigirin