Iraqê 7 peymanên bi nirxê 200 milyar dolar bi Amerîkayê re îmze kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Petrolê yê Iraqê ragihand, di çarçoveya serdana Serokwezîr Elî Falih Zeydî ya bo Washingtonê de, 7 peymanên stratejîk ên bi nirxê 200 milyar dolarî hatine îmzekirin.
Wezîrê Petrolê yê Iraqê Basim Mihemed Xuzeyîr îro 22ê Tîrmeha 2026an di daxuyaniyeke televizyonî de, hûrgiliyên serdana şanda Iraqê ya bo Amerîkayê aşkere kirin. Xuzeyîr destnîşan kir, ev peymanên dîrokî geşepêdana kêlgehên petrolê û projeyên enerjiyê li xwe digirin.
Li gorî daxuyaniya Wezîrê Petrolê, Iraqê ligel kompanyayên herî mezin ên Amerîkayê peymanên hevbeş îmze kirine. Di nav van peymanan de, xaleke girîng jî rêkeftina ligel Sûriyeyê ya bo avakirina xeteke nû ya gihandina petrolê ye.
Xuzeyîr aşkere kir, karîma berhemhênana petrolê ya Iraqê niha gihîştiye zêdetirî 4.8 mîlyon bermîlan di rojekê de. Herwiha diayr kir, ev beşek ji nêrîna wan a stratejîk e û ew niha ligel rêxistina OPECê di nav gotûbêjan de ne, da ku asta hinardekirina petrolê zêdetir bikin.
Derbarê berhemhênana gaza sirûştî de, Xuzeyîr pêşbînî kir ku Iraq heta sala 2030an dê di warê gazê de bigihîje asta ku têra xwe dabîn bike û êdî pêdiviya wê bi derve nebe.
Xuzeyîr da zanîn ku niha 22 kompanyayên navdewletî kar li kêlgehên cuda yên Iraqê de dikin. Herwiha aşkere kir ku danûstandinên ligel Tirkiyeyê bo destpêkirina hinardekirina petrolê bi rêya xeta Boriya Ceyhanê, bi awayekî cidî berdewam dikin.
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî roja Duşema borî bi şandeke bilind gihîştibû Washingtonê. Berdevkê Hikûmeta Iraqê Heyder Ebûdî ragihandibû, armanca sereke ya vê serdanê, xurtkirina têkiliyên aborî û piralî yên di navbera her du welatan de ye.