400 hezar endamên CHP'ê dest ji partiya xwe kişandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Gel a Komarî (CHP) bi pêleke mezin a vekişandin û dûrxistinan re rû bi rû ye. Piştî ku Ozur Ozel partiya xwe ya nû ragihand, bi hezaran endamên CHP'ê dest ji partiyê kişandin.

Serokê CHP'ê yê Stenbolê Gursel Tekin ragihand, wan 7 serokên navçeyan û endamên lijneya rêveberiya wan navçeyan bi fermî ji kar dûr xistine. Tekin diyar kir, ev biryar ji ber wê yekê hatiye girtin ku van kesan di dema erkê xwe de piştgirî dane avakirina partiya nû ya Ozur Ozel an jî bûne beşek ji wê tevgera siyasî.

Ev biryara dûrxistinê di demekê de tê, CHP bi krîzeke mezin a navxweyî re rû bi rû ye. Piştî ku Ozur Ozel di parlamenê de axaftina xwe ya destvekişandinê kir û "Partiya Nû" ragihand, di nava demeke kurt de nêzîkî 400 hezar endamên CHP'ê dest ji endamtiya partiyê kişandin.

Ev pêla vekişandinan, partiya Kemal Kiliçdaroglu hejand. Li gorî pêşbîniyan, tê çaverêkirin ku 94 parlamenterên niha yên CHP'ê tevlî partiya Ozur Ozel bibin. Heke ev yek pêk bê, hejmara kursiyên CHP'ê di parlamenê de ji 135'an dê dakeve 41 kursiyan. Bi vê yekê CHP dê ji rêzbendiya duyem a parlamenê dakeve rêzbendiya pêncem, ku ev wekî mezintirîn şikestina dîrokî ya wê partiyê tê nirxandin.

Aloziya navxweyî ya CHP'ê, piştî biryara Dadgeha Enqereyê dest pê kir. Dadgehê encamên Kongreya 38'an a CHP'ê hilweşandibû. Bi vê biryarê, Ozur Ozel ji serokatiya giştî hatibû dûrxistin û Kemal Kiliçdaroglu careke din wekî Serokê Giştî yê CHP'ê hatibû destnîşankirin. Piştî vê biryarê, alîgirên Ozel dest bi avakirina partiyeke nû kirin.