Xwendekareke Kurd a Kerkûkî li ser asta Iraqê bû yekemîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Xwendekareke Kurd a ji bajarê Kerkûkê di ezmûnên dawî yên pola 12’an a amadeyî de, karî rêjeya 100 bi dest bixe û li ser asta tevahiya Iraqê bibe yekemîn.

Nîvar Bextiyar Adil, xwendekara Amadehiya Şîrîn a Xwendina Kurdî li bajarê Kerkûkê, serkeftineke mezin bi dest xist. Nîvarê di ezmûnên dawî yên pola 12’an de hemû pirs bi rastî bersivandin û bi rêjeya 100, li asta Wezareta Perwerdeya Iraqê bû yekemîn.

Piştî aşkerebûna encaman, Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Hema Seîd bi rêya Kurdistan24ê re, pîrozbahî li Nîvar Bextiyar Adil kir. Wezîr di peyama xwe de kêfxweşiya xwe anî ziman û hêviya serkeftinê bo xwendekara Kerkûkî xwast.

Herwiha Alan Hema Seîd pîrozbahî li hemû xwendekarên ku di beşa Xwendina Kurdî de li Kerkûkê derçûne kir. Di heman demê de, spasiya rêveber, mamoste û çavdêrên xwendina Kurdî ya li Kerkûkê kir ku tevî hemû zehmetiyan, ji bo serkeftina pêvajoya perwerdeyê kedeke mezin didin.

ji aliyê xwe vê Nîvar Bextiyar ji Kurdistan24ê re ragihand, ew spasiya Amadehiya Şîrîn û mamosteyên xwe dike ku di bi destxistina vê serkeftinê de alîkariya wê kirine. 

Derbarê nihêniya serkeftina xwe de, Nîvarê got: "Dema dibistanê dest pê kir, min hesabên xwe yên torên civakî girtin, ta ku dema min nebin, min tenê Telegram ji bo têkilî û pirsîna ji mamosteyan hişt û bala xwe zêdetir da ser xwendinê."

Xwendina Kurdî li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêmê, piştî sala 2003’an bi fermî dest pê kir û bi sedan dibistan hatin vekirin. Tevî pirsgirêkên siyasî û îdarî yên li deverê, perwerdeya bi zimanê Kurdî berdewam dike û xwendekarên Kurd li Kerkûkê her sal beşdarî ezmûnên nîştimanî yên Wezareta Perwerdeya Iraqê dibin û pileyan bilind bidest dixistin.