Nêçîrvan Barzanî pileya hejmarek efserên Asayîşa Navxwe bilind kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryarnameya herêmî ya ji bo bilindkirina pileya 729 efser û pilebilindên hêzên Asayîşa Navxwe îmze kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 22ê Tîrmeha 2026an, biryarnameyek ji bo bilindkirina pileya 729 efserên Asayîşa Navxwe yên li ser mîlaka Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îmze kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, ev biryar li ser bingeha Yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye girtin. Hat diyarkirin ku piştî efserên navborî demên xwe yên yasayî temam kirin û rênimayên pêwîst li Encûmena Wezîran hatin meşandin, biryarnameya pilebilindkirinê ji aliyê Serokê Herêmê ve hat pesendkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ev biryar ji roja îmzekirinê ve derbasdar e û dê hemû efserên ku pileya wan hatiye bilindkirin, sûdê ji maf û şayisteyên xwe yên yasayî werbigirin.