Trump ji bo Îranê hişyariyeke nû ya tund belav kir

Donald Trump
Donald Trump

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê hişyariyeke tund û nû arasteyî Tehranê kir û ragihand ku li hemberî her êrîşeke Îranê bo ser keştiyan li Tengava Hurmizê, hêzên wan dê pirek an westgeheke elektrîkê heta di nava Tehranê de jî bombebaran û wêran bikin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump îro (Çarşem, 23ê Tîrmeha 2026ê) li ser tora civakî ya “Truth Social”ê peyamek belav kir û tê de gefên tund li Îranê kirin, li ser her êrîşeke deryayî di devera keştîvaniyê ya Tengava Hurmizê de.

Trump di peyama xwe de nivîsiye: "Ji niha û pê ve, her demekê ku Komara Îslamî ya Îranê êrîşî ser keştiyekê li Tengava Hurmizê bike, çi bi moşek, raket, dron an her alav û çekekî din be, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê pirek an westgeheke elektrîkê bombebaran û wêran bike."

Serokê Amerîkayê tekez jî kir ku ev bombebaran û têkbirin dê wan pir û westgehên elektrîkê jî vebigire yên ku li nêzîk an di nava bajarê Tehranê yê paytext de ne.

Ev daxuyaniya tund a Trump di demekê de ye ku Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand; saet 03:15 ê berbanga îro Çarşemê bi dema Rojhilata Navîn, bo şeva 11ê li pey hev rêzeke êrîşên asmanî yên serkeftî bo ser çend pêgehên serbazî di navxweya Îranê de kirine.