Dema xebata Parlamentoya Tirkiyeyê hate dirêjkirin

Enqere (K24) – Dema xebata Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) ku dihate payîn bikeve betlaneyê, bi biryarekê hate dirêjkirin û Lijneya Giştî dê heta 31ê Tirmehê xebatên xwe bidomîne.

Di Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de, pêşniyara ku ji aliyê Koma AK Partiyê ve di derbarê bernameya xebatê û rêza rojeva parlamentoyê de hatibû pêşkêşkirin, piştî nîqaşên germ hate pejirandin.

Bi vê pêşniyarê, dema xebata parlamentoyê ku berê dihat payîn roja Înê, 24ê Tîrmehê, bikeve betlaneya havînê, hate dirêjkirin. Li gorî biryara nû, Civata Giştî dê roja Înê jî bixebite.

Heke nîqaşên vê hefteyê neyên temamkirin, parlamentoyê biryar daye ku hefteya piştî 24ê Tîrmehê jî ji bo temamkirina pêşniyar û yasayên di rojeva xwe de, xebatên xwe bi awayekî asayî bidomîne.