Supaya Pasdaran êrîşî baregehên Amerîkayê yên li Kuweytê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, wan li Kuweytê Baregeha Asmanî ya Elî Selîm û Camp Udairî ku hêzên Amerîkayê lê ne, kirine armanc.
Supaya Pasdaran îro 23ê Tîrmeha 2026an, di daxuyaniyekê de aşkere kir ku wan li Kuweytê êrîşî çend xalên stratejîk ên artêşa Amerîkayê kiriye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku zirarên mezin gihîştine binesaziya leşkerî ya Amerîkayê.
Li gorî Supaya Pasdaran, di êrîşa li ser Baregeha Asmanî ya Elî Selîm de, depoyeke mezin a alavên leşkerî, sîstema parastina moşekî ya Patriot û platformeke firandina dron a ji cureyê MQ-9 hatine rûxandin.
Herwiha destnîşan kir jî, wan bircên ragihandinê yên baregehê kirine armanc û ev wekî "tolhildana êrîşên Amerîkayê yên li ser bircên ragihandinê yên li hundirê Îranê" binav kir.
Derbarê êrîşa li ser Camp Udairî de hat gotin ku xalên bicîhbûna leşkerên Amerîkayê û du cihên parastina helîkopteran hatine lêdan.
Supaya Pasdaran amaje bi wê kir ku di van êrîşan de "hejmarek leşkerên Amerîkayê hatine kuştin û birîndar bûne." Herwiha got, ziyanên mezin gihîştine gelek helîkopter û dronan.