Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî serdana Tehranê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî ji bo gotûbêjkirina çendîn mijarên giring ên wekî enerjî, aborî û ewlehiya herêmî, gihîşt paytexta Îranê.
Ofîsa Serokwezîrê Iraqê ragihand, Serokwezîr Elî Falih Zeydî îro 23ê Tîrmeha 2026an, bi serdaneke fermî berê xwe da Tehranê. Tê payîn ku Zeydî ligel rayedarên herî bilind ên Îranê bicive û gelek dossiyeyên stratejîk gotûbêj bike.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ku duh di civîna Komîsyona Hevbeş a Hevkariya Aborî ya Iraq û Îranê de amade bû, serdana Zeydî wekî "bûyereke pir giring û xala werçerxanê di têkiliyên dualî de" binav kir. Pizîşkiyan destnîşan kir ku têkiliyên Bexda û Tehranê xwedî kokên dîrokî, çandî û olî ne û ev qonax dikare bibe destpêka werzekî nû yê hevkariyên stratejîk.
Herwiha Serokkomarê Îranê bang li hemû saziyên welatê xwe kir ku ji bo bicihanîna peymanan û geşepêdana binesazî, bazirganî û veberhênanê, hevahengiyeke tam ligel Iraqê bikin.
Di civînên amadekariyê de hat destnîşankirin ku bêyî beşdariya çalak a bazirgan û sektora taybet a her du welatan, geşepêdaneke aborî ya mayînde pêk naye. Ji ber vê yekê, tê çaverêkirin ku ev mijar di karnameya hevdîtinên Zeydî de cihekî sereke bigire.
Berdevkê Hikûmeta Iraqê Heyder Ebûdî, mijarên sereke yên serdana Serokwezîr Elî Zeydî wiha rêz kirin:
- Gotûbêjkirina gaza ku ji Îranê tê hawirdekirin, li ser bingeha dabînkirina berjewendiyên aborî yên Iraqê.
- Pêşxistina danûstandinên bazirganî, çareserkirina astengiyên di warê veguhastin û têkiliyên darayî de.
- Nirxandina dosyeya ewlehiyê û hewildanên ji bo kêmkirina alozî û rageşiyên li Rojhilata Navîn.