Marco Rubio: Heke Îran rêkeftinê neke, dê baceke giran bide
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio hişyariyên tund dan Tehranê û ragihand, heta Îran neyê ser "rêya aqilane", dê berdêlên giran bide. Rubio herwiha destnîşan kir ku armanca wan a sereke nemana gefa nukleerî ya Îranê ye.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, îro 23ê Tîrmeha 2026an di konferansekî rojnamevanî de diyar kir, li gorî nîşanan, Komara Îslamî ya Îranê hîn ne amade ye ku bigihîje rêkeftinekê. Rubio got: "Ew baca ku Tehran dide, şev bi şev zêdetir dibe. Ev ê berdewam bike heta ku berpirsên Îranê vegerin ser rêya aqilane."
Rubio herwiha bal kişand ser rola Serokê Amerîkayê di vê mijarê de û got: "Donald Trump rasterast berpirsê danûstandinên ligel Tehranê ye û hemû tîmên me li gorî ferman û rênimayên Serok Trump kar dikin."
Wezîrê Derve yê Amerîkayê got, Îran rojane peywendiyê bi wan re dike da ku rêkeftinekê îmze bike, lê paşê ji gotinên xwe vedigere. Rubio got: "Niha Îran di nav êş û narehetiyeke bêwêne de ye. Heta ku Îran bi xwe pabendî peymanan nebe û wan neparêze, gihîştina rêkeftinekê ne pêkan e."
Rubio Tehran tawanbar kir ku bi rêya dabînkirina dirav û alîkariyên leşkerî ji bo Hizbullah û milîsên çekdar, piştgiriyê dide terorê. Derbarê alozîyên deryayî de jî Rubio hêvî kir ku Hûsî dest ji êrîşên xwe berdin.
Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, Marco Rubio bal kişand ser têkiliyên Washington û Riyadê. Rubio, Erebistana Siûdî wekî "hevalbendeke stratejîk û giring" binav kir û got: "Riyad ji bo armancên aştiyane hewl dide bibe xwedî enerjiya nukleerî. Ji ber vê yekê, îmzekirina rêkeftineke nukleerî ya ligel Siûdiyê biryareke mantiqî û guncayî ye."