Beqayî: Êrîşkirina ser binesaziya sivîl tawana ceng e
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê hişyarî da Amerîkayê û ragihand, her êrîşek li ser binesaziya sivîl a welatê wî, wekî "tawana ceng" tê qebûlkirin û li gorî yasayên navdewletî qedexe ye.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî îro 23ê Tîrmeha 2026an, di daxuyaniyekê de bersiva gefên hinek rayedarên Amerîkayê da ku behsa êrîşkirina ser binesaziya sivîl a Îranê kiribûn. Beqayî destnîşan kir ku ev cure gef bi temamî li dijî yasayên mirovî yên navdewletî ne.
Îsmaîl Beqayî di daxuyaniya xwe de got: "Ti ferman nikare bibe hincet ji bo pêkanîna tawanên ceng. Hinceta 'fermana rayedarên bilind', tawanbaran ji berpirsiyariya qanûnî rizgar nake."
Beqayî herwiha îdareya niha ya Amerîkayê tawanbar kir ku prensîbên bingehîn ên yasaya mirovî ya navdewletî têk dibe û nirxên exlaqî û şaristaniyê dike qurbana siyaseta şer û kuştinê.
Berdevkê Îranî destnîşan kir, wêrankirina piran û westgehên elektirîkê, kiryareke neqanûnî û tawankariyê ye. Herwiha got, ev nêzîkatî wekî "tolhildan û cezaya bikom" tê nirxandin û got: "Ev her du kiryar hem di yasaya navdewletî de hem jî di yasaya Amerîkayê bi xwe de bi aşkereyî qedexe ne."
Beqayî bal kişand ser aliyê hiqûqî yê mijarê û destnîşan kir ku tawanên bi vî rengî bi derbasbûna demê re ji holê ranabin.