Kuweyt: Li deriyê sînorî yê ligel Iraqê êrîşa dronî pêk hat
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Kuweytê ragihand, deriyê sînorî yê "Ebdelî" yê ligel Iraqê rastî êrîşeke dronî hatiye û di encamê de ziyanên madî çêbûne.
Berdevkê fermî yê Wezareta Berevaniyê ya Kuweytê Siûd Etwan îro 23ê Tîrmeha 2026an, bi daxuyaniyekê aşkere kir ku deriyê sînorî yê Ebdelî, ku dikeve ser sînorê Kuweyt û Iraqê, rastî êrîşeke "dijminane" ya dronan hatiye.
Etwan destnîşan kir, di encama vê êrîşê de ti ziyanên canî çênebûne, lê belê hinek ziyanên madî gihîştine herêmê. Hat ragihandin, tîmên pispor tavilê piştî bûyerê dest bi xebatan kirine û ji bo parastina ewlehiya herêmê ligel saziyên pêwendîdar tedbîrên pêwîst girtine.
Berdevkê Wezaretê diyar kir, tîmên çavdêrî û pûçkirina teqemeniyan ên ser bi Hêzên Bejayî ve, li qadê xebatên xwe yên paqijkirin û rakirina bermayiyên dronan didomînin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat tekezkirin ku hêzên çekdar ên Kuweytê bi erk û berpirsiyariyên xwe radibin û di asta herî bilind a amadebaşiyê de ne. Hat gotin ku artêş ji bo parastina sînorên Kuweytê û dabînkirina aramî û ewlehiya welat, her dem şiyar e.