Iraq û Îran çend peyman û yadaştnameyên hevtêgihiştinê îmze dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Iraq û Îranê ji bo xurtkirina peywendiyên xwe yên stratejîk, di warên veguhastin, binesazî û rêveberiyê de 4 peyman û yadaştnameyên hevkariyê îmze kirin.
Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan, îro 23ê Tîrmeha 2026an, li Tehranê serpereştiya îmzekirina çendîn peyman û yadaştnameyên hevktêgihiştinê yên di navbera her du welatan de kirin.
Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekê de diyar kir, armanca van peymanan xurtkirina hevkariya dualî û geşepêdana herêmî ye. Mijarên ku li ser hatine lihevkirin wiha ne:
- Rêkeftina li ser veguhastina asayî ya kelûpelan bi rêya bejayî di navbera her du welatan de.
- Yadaştnameya hevtêgihiştinê bo avakirina xeta trênê ya ku ji Kirmanşan - Xusrewî - Xaneqîn dest pê dike û dighêje Bexdayê.
- Bajarên Destebira: Peymana hevkariyê ya di navbera Şaredariya Bexda û Şaredariya Tehranê de.
- Yadaştnameya hevkariyê di warê rêveberiya hikûmetî û perwerdekirina çavkaniyên mirovî de.
Li ser navê Iraqê; Wezîrên Derve, Elektrîk, Darayî û Plankirinê beşdarî merasîma îmzekirinê bûn û mohra xwe danîn bin van projeyên stratejîk.
Elî Zeydî: Armanca me aramî û ewlehiya navçeyê ye
Serokwezîr Elî Falih Zeydî, beriya ku bigihêje Tehranê, di daxuyaniyekê de li ser platforma "X" ragihandibû, ev serdan ji bo gotûbêjkirina dosyeyên giring û hevbeş e. Zeydî got: "Em ê ligel rayedarên bilind ên Îranê li ser hevkariya dualî, mijarên herêmî û hewildanên ji bo çespandina ewlehî û aramiya navçeyê rawestin."
Serokwezîrê Iraqê îro bi şandeke bilind a aborî û siyasî gihîştibû Tehranê û ji aliyê berpirsên Îranê ve bi merasîmeke fermî hatibû pêşwazîkirin.