Helbestvanê Kurd Mihemed Pakij li Ekuadorê xelateke navneteweyî wergirt
Navenda Nûçeyan (K24) – Helbestvanê Kurd Mihemed Pakij, di Çalakiya Şeşê ya Cîhanî ya Helbestan de, ku di bin navê "Hevxemî" ji aliyê Rêxistina Hunerî û Edebî ya Amazonê ve li welatê Ekuadorê hatibû amadekirin, xelata rêzlêgirtinê wergirt.
Helbestvanê Kurd Mihemed Pakij îro (Înî, 24ê Tîrmeha 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand ku ev çalakî bo nîşandana hevxemî û piştevaniyê bo gelê Venezuela hatibû taybetîkirin, ku ji ber erdhejeke mezin rûbirûyî zirarên giran bûbûn. Wî tekez jî kir ku helbest ne tenê hunerekî ciwankariyê ye, belku di dema qeyran û karesatan de dibe dengê wijdana mirovahiyê, hêvî û pira yekitiya navbera gelên cîhanê.
Pakij diyar jî kir ku wî wek helbestvanekî Kurd ligel helbestvanên din ên cîhanê bi ziman û çandên cuda cuda berhemên xwe pêşkêş kirine, daku bi rêya peyvên helbestî êş û hêviyên mirovan berçav bikin. Wî da zanîn jî ku piraniya tekstên hatine xwendin behsa nirxê jiyanê, parastina rûmeta mirovan, alîkariya navbera neteweyan, aştî, azadî û berpirsiyariya civaka navdewletî li beranberî karesatên xwezayî û mirovî dikir.
Di derheqa giringiya vê rûdanê de, wî amaje kir ku bikaranîna edebiyatê wekî zimanekî hevpar, dengê qurbaniyan digihîne cîhanê û hesta hevkariyê bihêz dike. Wî herwesa got ku tevlîbûna wî wekî nûnerê helbesta Kurdî bo nasandina edebiyat û çanda Kurdî di asta navneteweyî de û nîşandana deng û helwesta mirovî ya gelê Kurd di mijarên cîhanî de derfeteka giring bû.
Ji aliyê Rêxistina Amazonê ve, ji ber xizmeta wî ya bo aştiyê, bawernameya şerefê û nasnavê "Helbestvanê Pêşeng ê Tevgera Helbestan" pêşkêşî wî hat kirin. Ev rêzgirtin pêşkêşî wan helbestvanan tê kirin ên ku bi berhemên xwe yên edebî xizmeta bihayên mirovî, hevxemî, aştî û pêşxistina peywendiyên edebî yên navneteweyî dikin.
Helbestvanê Kurd Mihemed Pakij li sala 1971ê li nahiyeya Sûrdaş bûye; wî ji sala 1986ê ve dest bi nivîsîna helbestan kiriye, ji 1991ê ve karê rojnamevaniyê dike, zêdetir ji 150 helbestên wî bûne stran, xwediyê marşa Mafên Mirovan a Kurdistanê ye û heta niha 15 berhemên wî yên çapkirî hene.