Goristana dîrokî ya Ebû Dûcane li Kirmanşanê wekî şûnwarekî neteweyî hat tomarkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Goristana dîrokî ya Ebû Dûcane li Kirmanşanê ku zêdetir ji 6 hezar û 500 goran di nav de hene bi mezargeha xwe ya taybet û şûnwarên kevnar wek mîrateke neteweyî hatiye tomarkirin.
Li devera Rêjawê ya qezaya Dalahoyê li parêzgeha Kirmanşanê goristanek heye ku tê gotin dîroka wê bo zêdetir ji berî hezar salan vedigere. Parek ji wan goran bi beran û bi awayekê avahiyan ê taybet, mezargeh û qube li ser hatine çêkirin.
Lê tiştê ku ev goristan taybettir kiriye hebûna mezargeheke mezintir ji mezargehên din e, ku bi navê Mezargeha Ebû Dûcane tê nasîn. Tevî ku ev nav navê yek ji hevalên pêxamberê Îslamê ye, lê parek ji xelkê deverê dûr dibînin ku ev mezar ê Ebû Dûcane Ensarî be.
Lêkolînên fermî dibêjin ku avahiyê Mezargeha Ebû Dûcane wekî agirgehên serdema Împaratoriya Sasanî ye, lê piştî hatina dînê Îslamê bêkêr bûye û piştre bi veşartina teremekî di nav de bûye mezargeh.
Nêzîkbûna vê mezargehê ji gundê Zerdeyê, ku xwecihên wî dûkeftiyên dînê Yarsan in û yekane gundê Yarsanan ê vê deverê ye, ev gumana jî çê kiriye ku ev cih mezargeha kesatiyekî Yarsanî be û ji bo ku ji aliyê misilmanan ve neyê têkdan, navê hevalekê pêxemberê Îslamê li ser hatibe danîn.
Di nav Goristana Ebû Dûcane de şeş hezar û 500 gor hene, ku dîroka piraniya wan ne diyar e û bo berî bi sedan salan vedigerin. Qubeyên berî li ser heşt ji wan goran hatine çêkirin, ku bilindiya wan qubeyan li gorî pêgeha civakî ya kesan di navbera 3 heta 6 meytreyan de ye û li ser kêl û berên gorên wan nivîsa kevn û sembolên wekî şûr, gul û giyanan hatine kolan.
Hem ev goristan û hem jî avahiya Mezargeha Ebû Dûcane di rêza şûnwarên neteweyî yên Îranê de hatine tomarkirin. Goristana dîrokî ya Ebû Dûcane li devera Rêjawê ya parêzgeha Kirmanşanê di nav mîrata şûnwarî ya Rojhilatê Kurdistanê de cih girtiye û ji ber avahîsazî û sembolên xwe yên kevnar gelek girîng e.