Kurtefîlmê “Deryaya Hêviyê” li Tirkiyeyê xelata baştirîn fîlmê çanda resen a Asyayê wergirt
Navenda Nûçeyan (K24) – Kurtefîlmê bi navê “Deryaya Hêviyê” yê derhênerê kurd Cubraîl Ebûbekir, di 2emîn Xula Fêstîvala Navdewletî ya Fîlmên Çanda Resen de li bajarê Denizli yê Tirkiyeyê, xelata baştirîn fîlmê çanda resen a Asyayê bidest xist.
Derhêner Cubraîl Ebûbekir ji Kurdistan24ê re ragihand, di vê xula fêstîvalê de ku bi navê «ÎNKOF 2026» tê naskirin, 3 hezar û 800 fîlm ji 64 welatên cîhanê beşdar bûbûn. Ji nava wan berheman tenê 44 fîlm derbasî beşa pêşbirka fermî bûn û 12 fîlm jî wekî berbijêrên fînalê hatin diyarkirin, ku di encamê de fîlmê «Deryaya Hêviyê» xelata baştirîn fîlma çanda resen a Asyayê wergirt.
Derhêner derbarê naveroka fîlmê xwe de diyar kir ku “Deryaya Hêviyê” êşa wan kesan vedibêje yên ku di bin bandora şer, derbiderî û metirsiyan de li pey ewlehî, azadî û jiyaneke bi rûmet digerin: “Fîlm ronahiyê dixe ser wê rêya dijwar a ku ew mirov ji bo gihîştina bi pêşerojeke baştir didin ber çavên xwe, her çend ew rê carinan tijî metirsî, qurbanî û azar be jî.”
Derbarê giringiya vê xelatê de, Cubraîl Ebûbekir got: “Bi destxistina vê xelatê ne tenê serkeftineke kesane ye, belkî derfetek e ji bo gihandina dengê wan mirovên ku pêwîst e êş û azarên wan bên dîtin û bihîstin. Herwiha nasandina şiyan û pêşketina sînemaya Kurdistan û Iraqê ye li ser asta cîhanê.”
Derhêner bal kişand ser wê yekê ku meşandina vê rêya sînemayî ne hêsan bûye û got: “Ev encama xebat, sebir, bawerî û hezkirina ji sînemayê ye; rêyeke ku piranî bêyî piştgiriyeke mezin, lê bi îrade û hêviyeke xurt hatiye domandin. Ji ber ku sînema zimanê hevpar ê mirovahiyê ye, sînoran nas nake, mirovan nêzîkî hev dike û di tariyê de jî çiraya hêviyê geş dike.”
Cubraîl Ebûbekir, karmendê dezgeha Kurdistan24ê ye û heta niha bi berhemên xwe beşdarî gelek fêstîvalên sînemayî yên navdewletî bûye û çendîn xelatên giranbiha wergirtine.