Li Stenbolê Şeva Çîrok û Dastanên Kurdî hat lidarxistin
Stenbol (K24) – Stenbolê şeveke tije destan, çîrok û kilamên bi sedan salan ên Kurdî li dar xist. Çîrokbêj Ayhan Erkmen, karê xwe yê parêzeriyê daye aliyekî û bajar bi bajar, welat bi welat digere û çîrok û destanên qehremanî û evîniyê yên Kurdan vedigêre.
Westgeha dawiyê ya Ayhan Erkmenî Stenbol bû. Kurdên Stenbolê jî eleqeyeka germ bo vê çalakiyê, ku ji aliyê Navenda Çandê ya Stiranan ve hatibû amadekirin, nîşan dan.
Di vê şeva taybet de, ku bi coşeke mezin derbaz bû, Ayhan Erkmen çîrokên kevnar û destanên Kurdî yên ku ji nifşekî derbazî nifşekî din bûn, bi awayekî hunerî û bibandor pêşkêşî kesên amadebûyî kirin. Kesên tevlîbûyî jî, ku piraniya wan Kurdên Stenbolê bûn, kêliyên tijî hest û bîranîn derbaz kirin.
Ayhan Erkemnî ji Kurdistanê24ê re ragihand: “Ez parêzer im lê parêzeriyê nakim, belkî ez bajar bi bajar, welat bi welat digerim, çîrokan berhev dikim û dibêjim. Ez çîrokên bext û egîdiyê dibêjim.”
Navbirî amaje jî kir: “Tenê ji Serhedê, em dê şeş çîrokan ji we re parve bikim, lê di tûrikê min de, bawer bike bi sedan çîrok hene. ez bi şev û rojan bibêjim, ew dê xilas nebim.”
Eşkere jî kir: “Ez du şanoyên yekkesî jî dilîzim, navê yek ji wan Sirgon e, ku ji jiyana Mîr Celadet Alî Bedirxan, Erebê Şemo û Mehmet Uzun pêk tê. Yek jî Hawar e, tenê ji jiyana Mîr Celadet pêk tê.”