Îran û Oman li ser Tengava Hurmizê civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Îranê eşkere kir ku civînên wan ligel welatê Omanê li ser rewşa Tengava Hurmizê avaker bûn, lê tekez kir ku hîn jî ti guhertin di rewşa tengavê de çê nebûne û mîna xwe girtî maye.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî îro (Yekşem, 26ê Tîrmeha 2026ê) ragihand: “Di rojên Înî û Şemiyê de, çend gerên danûstandinan di navbera Îran û Omanê de li ser asta cîgirên wezîrên derve yên her du welatan li Tehranê hatine kirin.”
Beqayî diyar jî kir ku di danûstandinan de, her du aliyan li ser mekanîzmeke hevpar bo birêvebirina tevgera keştiyan li Tengava Hurmizê û berçavgirtina mafên xwedîtiyê yên welatên peravan nêrîn û ramanên xwe li hev guhertine.
Li dû gotina Beqayî, ev danûstandinên navbera cîgirên wezîrên derve yên Îran û Omanê bifeyde bûn û şanda Omanê duhî êvarê ji Tehranê ber bi Mesqetê ve çûne, lê danûstandinên teknîkî û siyasî yên navbera her du welatan dê berdewam bin.
Herwesa li ser rewşa ewlehî û serbazî ya Tengava Hurmizê jî, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku ti guhertineke nû çê nebûye û Tengava Hurmizê her girtî maye.