CENTCOM: Dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê berdewam e
Navenda Nûçeyan (K24) – CENTCOMê ragihand ku dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li dijî benderên Îranê bi temamî bibandor e û heta niha rêya 12 keştiyên bazirganî hatiye guhertin, herwesa çendîn keştiyên din jî hatine bindestkirin an lengkirin ku dixwest dorpêçê bişkînin.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro (Yekşem, 26ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyekê de eşkere kir ku dorpêça deryayî ya Amerîkayê li dijî Îranê bandora xwe ya tam parastiye û hêzên wan bi tundî çavdêriya hatin û çûna deryayî li Kendav û Deryaya Erebî dikin.
Li gorî amarên CENTCOMê ku heta 25ê Tîrmehê hatine belavkirin, hêzên deryayî yên Amerîkayê kariye rêya 12 keştiyên bazirganî biguherin ku bizav dikir dorpêçê bişkînin, herwesa 2 keştiyên din ji ber pabendnebûna bi rênmayiyan leng kirine û çûne ser pişta 2 keştiyên din jî daku ji pabendbûna wan a tam bi biryaran piştrast bibin.
CENTCOMê bal kişand ser du rûdanên giring ên du rojên borî:
Yek: Keştiya petrolhilgira bi navê M/T Charminar, ku alaya welatê Komorosê li ser bû, li roja 25ê Tîrmehê li avên Deryaya Erebî ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hat kontrolkirin û piştî piştrastbûnê rê hat dayîn ku geşta xwe berdewam bike.
Du: Herwesa keştiya petrolhilgira M/T Lavine, ku alaya welatê Mozembîqê li ser bû, li roja 24ê Tîrmehê li avên Tengava Omanê hat lengkirin, piştî ku tîma wê keştiyê gelek caran bizav kir dorpêçê bişkînin û guh neda hişyariyên hêzên deryayî yên Amerîkayê. Hat ragihand ku ew keştî êdî nikare ber bi benderên Îranê ve biçe.
Li dawiyê jî CENTCOMê tekez kir ku hêzên çekdar ên Amerîkayê li deverê di asta herî bilind a hişyarî, baldarî û bersivdana bilez de ne daku rêyê li ber her liv û tevgereke neqanûnî bigirin.