Pêşewa Hewramanî: Arêşeya benzînê di demeke nêzîk de tê çareserkirin

Pêşewa Hewramanî
Pêşewa Hewramanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro (Yekşem, 26ê Tîrmeha 2026ê) ragihand ku ji bo pirsa benzînê civîneke yekalîker tê kirin, û eşkere kir ku yek ji sedemên giranbûna bihayê benzînê, aloziyên deverê ne. Tekez jî kir ku di demeke nêzîk de ev arêşe dê bê çareserkirin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bal kişand ser bizaveka nû û got: "Em niha mijûlî çêkirina sepaneke (aplikasyon) elektronîkî ne, daku tê de para welatiyan ji benzîn û gaza malan re bê diyarkirin; ev yek ji bo wê ye ku ti kes nekare qurxkariyê bike û her kes bi awayekî dadperwerane para xwe wergire."

Pêşewa Hewramanî eşkere kir ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser xetê ye û hemî aliyên peywendîdar raspartine ku di zûtirîn dem de kar ji bo çareserkirina vê arêşeyê bikin.

Tê nûkirin…