Efrîn: Kampeyneke berfireh bo parastina Keleha Nebî Hûrî hat destpêkirin

Keleha Nebî Hûrî
Keleha Nebî Hûrî

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Şûnwar û Muzexaneyên Efrînê, bi merema parastina resentî û rêgirtina li herifîna pêgehên dîrokî, kempeyneke berfireh ji bo paqijkirin û nehêlana gij û giyayên kûvî li Keleha dîrokî ya Nebî Hûrî û Şanoya Romanî dest pê kir.

Ev kempeyn ku bi piştgiriya Îdareya Navçeya Efrînê û bi pişkdariya Komeleya "Kurên Zeytûnê" û hejmareke berçav ji xwebexş û pisporên warê şûnwarî bi rêve çû; armanca wê ya serekî jî parastina kelehê ye ji wan metirsiyên ku gij û giyayên kûvî li ser pêkhateya kevirî û avahîsaziya şûnwarî çê dikin.

Tîmên pişkdar bi hûrgilî dest bi birîn û rakirina wan giya û stiriyan kir ên ku di navbera pêlikên Şanoya Romanî û dîwarên dîrokî de şîn bûbûn, ji ber ku mezinbûna rehên wan şînkatiyan dibe sedema çêbûna derzan û têkçûna hevsengiya keviran û di encamê de herifîna wan.

Ev çalakiya niştimanî û çandî tenê paqijiyek nîne, belku bizavek e ji bo ji nû ve deryaxistina rûyê xweşik û dîrokî yê kelehê, daku di paşerojê de wek navnîşaneke giring a geştiyariyê li navçeyê bimîne. Ev pêngav di berdewamiya bernameya xebatê ya Rêveberiya Şûnwaran a Efrînê de ye, ku hefteya borî kempeyneke bi vî rengî li pêgeha dîrokî ya Girê "Eyn Darê" jî kiribû.

Keleha Nebî Hûrî, ku dîroka wê ji bo berî bi hezaran salan û serdemên Yewnanî û Romaniyan vedigere, yek ji giringtirin gencîneyên şûnwarî yên Rojavayê Kurdistanê ye. Pişkdarên kempeynyê tekez kir ku parastina vê pêgehê parastina nasnameya çandî ya navçeyê ye û erkekê mirovî ye ku ji bo nifşên paşerojê bimîne; bi taybetî ku ev çend sedsal in ev şûnwar mane û niha pêdivîtiya wan bi çavdêrî û nûjenkirina berdewam heye.