Serok Barzanî: Peywendiyên Kurdistan û Fransayê dîrokî û kevnar in
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 26’ê Tîrmeha 2026’an, pêşwazî li Konsulê Giştî yê Fransayê yê li Hewlêrê Yann Braem kir ku bi boneya xatirxwestin û dawîhatina erkê xwe serdana Serok Barzanî kiribû.
Li gorî Baregeha Barzanî, Yann Braem di hevdîtinê de spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî Serok Barzani kir ji bo piştgiriya wî ya berdewam. Konsulê Fransayê her wiha spasiya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di dema erkê wî de hevkar bûne, da ku têkiliyên navbera her du welatan werin geşkirin.
Herwiha Yann Braem di wê hevdîtinê de behsa wan hewldanan kir ku di dema erke xwe ya li Herêma Kurdistanê de ji bo pêşxistina zêdetir a têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê di hemû waran de dabûn.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî spasiya rola berçav a Yann Braem kir ku di dema erkê xwe de li Herêma Kurdistanê bi cih aniye. Serok Barzanî tekez kir ku têkiliyên navbera Kurdistan û Fransayê têkiliyên kevnar û dîrokî ne. Herwiha serkeftin di erkê wî ya nû de, jê re xwast.
Herwiha di civînê de, rewşa navçeyê û geşedan û guhertinên dawî yên siyasî hatin gotûbêjkirin.