Dest bi dabeşkirina alîkariya darayî li ser rizgarbûyên Êzidî tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, alîkariya darayî ya mehên Gulan û Hezîranê li ser rizgarbûyên Kurdên Êzidî tê dabeşkirin.

Komîteya dabeşkirina alîkariya darayî ya mehane ya Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî ji bo rizgarbûyên Kurdên Êzidî hat aşkere kirin. Li gorî bernameyê, proseya dabeşkirinê roja Sêşemê 28’ê Tîrmeha 2026’an dest pê dike û heta roja Înê 31’ê Tîrmeha 2026’an berdewam dike.

Bernameya dabeşkirinê li gorî dever û deman wiha ye:

- Sêşem (28/07/2026): Qezaya Şêxan – Hola Laliş a Şêxanê.

- Çarşem (29/07/2026): Nahiyeya Xankê – Hola Lalişê.

- Pêncşem (30/07/2026): Komelgeha Dêrebûnê – Hola Lalişê.

- În (31/07/2026): Komelgeha Şariya – Hola Laliş 1.

Li gorî zanyariyan, proseya dabeşkirinê her roj di saet 10:00’an de dest pê dike.

Ev projeya alîkariyê du sal in bi awayekî rêkûpêk, bêyî ti pirsgirêk û bi awayekî şefaf berdewam dike. Ev alîkarî rasterast digihîjin destê rizgarbûyên Êzidî.

Ev pêngav di çarçoveya piştgiriyên berdewam ên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye ji bo sivikkirina barê giran ê li ser milê xwişk û birayên Êzidî yên ku ji destê terorîstên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin.