Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Îtalyayê yê li Hewlêrê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 26ê Tîrmeha 2026an, pêşwazî li Konsulê Giştî yê Îtalyayê yê li Hewlêrê Tommaso Sansone kir.

Di hevdîtinê de, Konsulê Giştî yê Îtalyayê yê li Hewlêrê, tevî ku bal kişand ser serdana Serok Barzanî ya meha Çileya îsal a ji bo Romayê û têkiliyên dîrokî yên navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê, tekezî li ser daxwaza welatê xwe kir ji bo kûrkirina dostanî û pêwendiyên navbera her du aliyan.

Herwiha di civînê de, ronahî hate xistin ser rewşa siyasî û geşedanên herî dawî yên ewlehiyê yên li navçeyê û pêwendiyên navbera hikûmeta nû ya Iraqê ya federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Rewşa Sûriyeyê û proseya aştiyê ya li Tirkiyeyê mijarên din ê wê hevdîtinê bûn.