Korêya Başûr daxwaza xwe ya ji bo pêşxistina têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re nîşan da

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Korêya Başûr li Hewlêrê kir. Di hevdîtinê de Konsulê Korêyê daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina têkiliyan di warên perwerde û tenduristiyê de anî zima. Ji aliyê din Serok Barzanî rola dîrokî ya Hêzên Zeytûnê bilind nirxand û di heman demê de nêrîn li ser rewşa navçeyê û metirsiyên serhildana terorê hatin guhertin.

Baregeha Barzanî daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir, Serok Barzanî îro 26ê Tîrmeha 2026an pêşwazî li Konsulê Giştî yê Korêya Başûr li Hewlêrê Eungyo Shim kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, di wê hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Korêya Başûr ligel derbirîna kêfxweşiya xwe ya ji bo dîtina Serok Barzanî, pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî ya di xebata neteweyî û nîştimanî ya gelê Kurdistanê de nîşan dan. Her wiha bal kişand ser wekheviya navbera xebat û berxwedana gelê Korêya Başûr û gelê Kurdistanê û daxwaza welatê xwe ya ji bo geşkirina pêwendî û hevahengiya di warên perwerde, tenduristî û warên din de ragihand.

Li gorî daxuyaniyê, her di wê hevdîtinê de Serok Barzanî bal kişand ser mana Hêzên Zeytûnê yên ku piştî proseya hilweşîna rejîma berê li Hewlêrê hatibûn bicîhkirin û pêzanînên xwe ji bo erk û çalakiyên wê hêzê yên li Kurdistanê anî ziman; hatina wê hêzê wekî destpêka têkilî û dostaniya navbera gelê Kurdistanê û gelê Korêya Başûr binav kir.

Di beşeke din a wê hevdîtinê de, nêrîn li ser rewşa navçeyê, metirsiyên serhildana terorê û proseya siyasî ya Herêmê hatin guhertin.