Li Hewlêrê 20 benzînxane ji ber "benzîna xirab" hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Petrol û Kanzayan a Hewlêrê ragihand, di çarçoveya çavdêriya bazarê û kontrolkirina kalîteya sotemeniyê de, li navenda bajarê Hewlêrê 20 benzînxane hatin girtin.

Rêveberiya Petrol û Kanzayan a Hewlêrê îro 26’ê Tîrmeha 2026’an daxuyaniyek belav kir û tê de aşkere kir, piştî pişkinîn û şopandinên tîmên wan, biryara girtina 20 benzînxaneyan hatiye dayîn.

Li gorî daxuyaniyê, sedema girtina van benzînxaneyan firotina benzîna bi kalîteya xirab û netendurist e. Ev benzînxane li dijî rênima û pîvanên diyarkirî yên Wezareta Samanên Sirûştî tevgeriyane, lewma rûbirûyî cezayên yasayî bûne.

Rêveberiyê destnîşan kir, ev rêkar ji bo parastina silamekiya otomobîlên welatiyan û rêgirtina li her cure fêlbaziyeke bazirganî hatine girtin. Herwiha hat tekezkirin ku tîmên pişkinînê dê bi awayekî berdewam li ser karê xwe bin û her xwediyê benzînxaneyekê ku pabendî mercên kalîteyê nebe, dê bi tundî were cezakirin.

Ev operasyona çavdêriyê di demekê de tê ku welatî gelek caran gazindan ji xirabûna kalîteya benzînê dikin, ku dibe sedema ziyanên mezin ji bo motorên otomobîlan.