Ehmed Enwer: 160 dozên spîkirina pereyan ji Desteya Destpakiyê ya Herêmê re hatin şandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, hevkariya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo rûbirûbûna gendeliyê berdewam e û di sala borî de 160 dozên spîkirina pereyan ji wan re hatine şandin.

Serokê Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê Hakîm Ehmed Enwer îro 26’ê Tîrmeha 2026’an, beşdarî bernameya "Basî Roj" a Kurdistan24ê bû û diyar kir, hikûmeta Herêma Kurdistanê giranî dide ser xurtkirina hevahengiya ji bo jinavbirina gendeliyê û pêngavên çavdêriyê di nav saziyên dewletê de hatine berfirehkirin.

Hakîm Ehmed Enwer aşkere kir, di sala borî de nêzîkî 160 dozên "spîkirina pereyan" ji aliyê Banka Navendî ya Iraqê ve ji bo lêkolînê ji Desteya Destpakiyê ya Herêmê re hatine şandin. Enwer got: "Piraniya van dozan peywendiya wan bi awayê bikaranîna Masterkartan û kişandina birên zêde yên pereyan ve heye ku çavkaniya wan a darayî ne diyar e."

Serokê Desteya Destpakiyê da zanîn, xebata li dijî gendeliyê rêyeke dirêj e, lê hewildanên wan encam dane û tespîtkirina dozên gendeliyê bi rêjeya %30 zêde bûye. Li gorî daxuyaniyê, heta dawiya sala borî hezar dozên gendeliyê li ber destê desteyê hebûn. Enwer bal kişand ser kêmiya karmendan jî û got: "Ji bo em karên xwe baştir bikin, pêdiviya me bi karmendên zêdetir heye, ji ber ku hîna li hin parêzgeh û îdareyên serbixwe buroyên me nîn in."

Yek ji astengiyên sereke yên li pêşiya xebatên desteyê, rawestana Parlemena Kurdistanê ye. Hakîm Ehmed Enwer destnîşan kir ku ev yek ji bo wan bûye pirsgirêkek mezin û wiha got: "Ji bo ku em karibin li gorî daxwazên vê qonaxê xebatên xwe bimeşînin, pêdivî bi sererastkirina qanûnên Desteya Destpakiyê di parlamenê de heye. Lê niha ji ber rawestana parlemenê em nikarin van guhertinan bikin." 

Di dawiyê de, Enwer tekez kir ku hevkariyeke baş di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê de heye ji bo rûbirûbûna wan dozên ku rehendên niştimanî û darayî yên giring hildigirin.