Serokwezîr Mesrûr Barzanî çend peyam pêşkêş kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 27ê Tîrmeha 2026ê) di konferanseke rojnamevaniyê de bi hûrî bal kişand ser rewşa siyasî û aborî ya deverê, herwesa behsa arêşeyên mûçeyan, pêkanîna kabîneya nû, sîstema bacê, elektrîkê û sedemên giranbûna bihayê benzînê kir û peyama xwe arasteyî aliyên navxweyî û Bexdayê jî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotarekê de li ser pêşveçûnên dawiyê yên siyasî, aborî û ewlehiyê rênîşanderên giring eşkere kirin û ragihand ku girjî û aloziyên deverê bi dawî nehatine û tirs û fikar bo hemî aliyan çê kiriye, lê Herêma Kurdistanê ligel çareseriya aştiyane û bidawîhatina aloziyan e.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand: “Herêma Kurdistanê ne pareka wan girjî û aloziyan e yên ku li deverê hene, belkî berdewam ligel çareseriya aştiyane ya hemî arêşeyan e.” Herwesa got: “Tevî ku em parek ji wan girjî û aloziyan nînin jî, rojane êrîşî me tê kirin.”

Mesrûr Barzanî da zanîn ku Herêma Kurdistanê ti demekê parek ji aloziyên deverê nebûye, lê mixabin rojane bi dron û mûşekan êrîşî ser wê tê kirin. Wî aşkere jî kir ku parek ji wan dronên di çend rojên borî de arasteyî Herêma Kurdistanê hatibûn kirin ji Mûsilê ve hatibûn avêtin. Serokwezîr herwesa got: "Me daxwaz kiriye ku sîstema berevaniya asmanî ji bo Herêma Kurdistanê bê dabînkirin, lê mixabin heta niha ew sîstem bo me nehatiye dabînkirin."

Li ser rewşa navxweyî ya aliyên siyasî jî, Serokwezîr daxwaz ji partiyan kir ku Parlamentoya Kurdistanê çalak bikin û pêngavan ber bi pêkanîna hikûmeta nû ve biavêjin. Wî destnîşan jî kir ku heta niha dema civîna di navbera PDK û YNKê de nehatiye diyarkirin, lê ew wekî PDK ji îro ve amade ne ligel her aliyekî bicivin.

Li ser peywendiyên ligel hikûmeta federal, Mesrûr Barzanî diyar kir ku ji aliyê siyasî û ewlehî ve hevahengiyeka wan a baş ligel Bexdayê heye. Wî tekez kir ku Herêma Kurdistanê hemî pabendiyên xwe yên li beranberî hikûmeta federal li ser mûçeyan bi cih anîne, lê ji ber ku rewşa deverê bûye sedema kêmbûna dahata navxwe, ew daxwaz dikin ku Bexda pêdaçûnê di biryara berê ya radestkirina 120 milyar dînaran de bike.

Serokwezîr amaje bi girtina Tengava Hurmizê jî kir ku qeyraneka aborî li deverê çê kiriye û dahata hikûmeta Iraqê jî gelek kêm kiriye, ku berê rojane 4 milyon bermîl hinarde dikirin lê niha rêjeyeka gelek kêmtir e.

Wî herwesa got: "Tevî vê yekê jî, dabînkirina mûçeyan li ser milên hikûmeta federal e û em amade ne ku hemî hevkariyan ji bo hikûmeta Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bikin ji bo dîtina çareseriyan." Wî anî ziman jî ku li gorî zanyarên wî, hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatiya Elî Zeydî niyeta çareserkirina arêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê heye.

Di pişka xizmetkariyê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê mizgînî da welatiyan û ragihand: "Em elektrîka 24 saetî ji bo hemî xelkê Herêma Kurdistanê dabîn dikin û karên projeya 'Rûnakî'yê gelek baş bi rê ve diçin." Wî da zanîn jî ku rawestandina karên kompanyaya "Dana Gas"ê li zeviya Kormorê bûye sedema kêmbûna berhemhatina gaz û elektrîkê, lê di rojên bê de dê ji bo zêdekirina berhemanîna gazê kar bikin.

Li ser nirxê sotemeniyê jî, ku ji ber qeyrana deverê bandor lê bûye, Barzanî eşkere kir ku rojane 50 hezar bermîlên petrolê bo pêdiviyên navxwe tên dabînkirin û wan daxwaz ji Bexdayê kiriye ku 70 hezar bermîlên din jî wekî para Herêmê dabîn bike, daku arêşeya sotemeniyê nemîne. Herwiha da zanîn jî ku wan daxwaz ji Wezareta Çavkaniyên Xwezayî kiriye ku pêdaçûnê di nirxê benzînê de bike û çareseriyeka guncayî ji bo vê arêşeyê bibîne, bi awayekî ku nirxê benzîna normal ji 750 dînarî û ya komêrşal jî ji 850 dînaran derbaz nebe, herwesa çavdêriya nirxê benzîna super û ya baştirkirî jî bê kirin, ji bo rêgirtina li qorxkariyan di berjewendiya xelkê de.

Serokê Hikûmetê bal kişand ser pirsa sotemeniyê û giranbûna nirxê benzînê û rexne li hikûmeta federal girt ku bi milyaran dolaran ji xerciyên siyadî bo piştgiriya sotemeniyê xerc dike, lê ti bireka dravî bo Herêma Kurdistanê terxan nake û xerciya derxistinê dikeve ser milê Hewlêrê.

Barzanî herwesa got: “Iraq rojane yek milyon bermîlên petrolê bo pêdiviyên navxwe bi kar tîne. Ger li gorî rêjeya %12.6 bê hesabkirin, divê para Herêma Kurdistanê 126 hezar û 700 bermîlên petrolê be, lê Bexda tenê amade ye 50 hezar bermîlan bide.

Di derheqa sîstema ASycuadyê jî, Serokwezîr amaje da ku tevî hebûna astengiyan, pêngavên baş hatine avêtin û çaverê tê kirin ku di dema heşt mehên bê de bi temamî bê bicihanîn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya xelkê Herêma Kurdistanê kir ku di rûbirûbûna van qeyranên ku dever vegirtiye de xweragir bûne û piştrastî da ku di demeke nêzîk de ev qeyran jî dê bidawî bibin.