Nûnerên Kurd li Bexdayê daxwaza zêdekirina para petrolê ya Herêma Kurdistanê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerên Kurd li Parlamentoya Iraqê ligel Wezîrê Petrolê yê federal civiyan û pê re pirsa qeyrana benzînê li Herêma Kurdistanê nîqaş kir. Wezîrê Petrolê jî razîbûna xwe ya devkî bo zêdekirina para petrola xav bo Herêma Kurdistanê nîşan daye, bi wî şertî ku Serokwezîrê Iraqê razîbûna dawiyê li ser bide.

Şandeka Parlamentoya Iraqê îro (Duşem, 27ê Tîrmeha 2026ê) bi serokatiya Ferhad Etrûşî, bi merema çareserkirina qeyrana benzînê ya niha ya Herêma Kurdistanê, serdana Wezîrê Petrolê kir.

Di vê çarçoveyê de, Daner Ebdulxefar ragihand: "Me serdana Wezareta Petrolê kir û em ligel wî civiyan. Arêşe li ba wan rûn û eşkere bû. Me komeka pêşniyaran xist pêşberî wî û me daxwaz kir ku para petrola xav, ku niha 50 hezar bermîl e, bê zêdekirin. Wezîr razî bû, lê divê Serokwezîrê Iraqê biryarê li ser bide."

Daner Ebdulxefar amaje bi wê yekê jî kir ku ji bo vê meremê, ew dê ji nivîsgeha Cîgirê Serokê Parlamentoyê Ferhad Etrûşî nivîsarekê arasteyî Serokwezîrê Iraqê bikin, daku li gorî lihevkirina navbera hikûmeta Hewlêr û Bexdayê ew rêje bê zêdekirin.

Ji aliyekî din ve jî, endamê Lîjneya Petrol û Gazê li Parlamentoya Iraqê Sîpan Şêrwanî ragihand: "Sedema qeyrana benzînê li Herêma Kurdistanê bo wê yekê vedigere ku di lihevkirina navbera Hewlêr û Bexdayê de, rêjeya wê pişkê ku ji bo bikaranîna navxweyî ya Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin tenê 50 hezar bermîl e; ev di demekê de ye ku Iraq zêdetirî yek milyon bermîlên petrolê ji bo parêzgehên din bi kar tîne."

Sîpan Şêrwanî herwesa got: "Me ji Wezîrê Petrolê re ragihand ku pêdivî ye pîverekê dadperwerane hebe; çi li ser bingeha rêjeya şêniyê be ku Herêma Kurdistanê %14 ya xwecihên Iraqê pêk tîne, yan jî li ser bingeha hejmara timbêlan û bikaranîna rojane be. Em ji bo her pîverekî amade ne, ku dadperwerî tê de hebe."

Wî endamê Lîjneyê Petrol û Gazê tekez jî kir ku ew rêjeya pêdivî ye bi Herêma Kurdistanê bê dan, ji bo çareserkirina arêşeyê 140 hezar bermîlên petrola xav e, ji ber ku "eger rêjeya benzîna hikûmî zêdetir be, wê demê nirxê wê erzankirî dibe û bi vî rengî jî daxwaz li ser benzîna bazirgani kêm dibe, û bi rengekê otomatîk nirxê benzîna bazirganî jî dadikeve."

Li dawiyê jî Sîpan Şêrwanî diyar kir ku Wezîrê Petrolê geşbîn bûye û bi devkî razîbûna xwe nîşan daye, ku para Herêma Kurdistanê di petrola xav de bê zêdekirin daku dawî bi qeyrana benzînê bê anîn.