Du berpirsên Kurd bi Elî Zeydî re diçin Tirkiyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî sibe bi serdaneke fermî berê xwe dide Enqereyê. Di vê şandeya bilind a Iraqê de, du berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî cih digirin.

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî sibe 28’ê Tîrmeha 2026’an, bi serdaneke fermî diçe paytexta Tirkiyeyê, Enqereyê. Tê çaverêkirin ku Zeydî bi rayedarên bilind ên Tirkiyeyê re bicive û li ser dosyayên ewlehî, siyasî û enerjiyê gotûbêjan bike.

Di nava şandeya Iraqê de, Şêwirmendê Yasayî yê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê Dr. Samî Celal û Şêwirmendê Wezareta Samanên Sirûştî Dr. Beroj, cih digirin.

Hate ragihandin ku beşdarbûna van her du berpirsan li ser daxwaza taybet a Serokwezîr Elî Zeydî û bi razîbûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêk hatiye. Ev pêngav wekî nîşaneya hevahengiya di navbera Hewlêr û Bexdayê de di dosyayên derve de tê nirxandin.

Piştî serdana Tirkiyeyê, biryar e Serokwezîrê Iraqê roja 30’ê Tîrmehê serdana Siûdiyê jî bike. Elî Zeydî di vê meha dawî de dîplomasiyeke xurt meşandiye û beriya niha serdana Amerîka û Îranê jî kiribû.