Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Koreyê Başûr kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo Konsulê nû yê Koreya Başûr li Herêma Kurdistanê dubare kir û di erkê wî de serkeftin jê re xwast.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 27ê Tîrmeha 2026an, pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Komara Koreya Başûr li Herêma Kurdistanê Eungyo Shim kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Konsulê Giştî yê nû yê Koreyê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwast. Herwiha piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erk û karên wî diyar kir.

Konsulê Giştî yê nû yê Koreyê kêfxweşiya xwe bi destbikarbûna li Herêma Kurdistanê nîşan da û tekezî li ser giringiya pêşxistina têkiliyên dualî di warên curbecur de kir.