Trump: Me êrîşên ser Îranê rawestandin û derfet da danûstandinan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîka Donald Trump ragihand, wî êrîşên leşkerî yên li ser Îranê bi awayekî demkî rawestandine, da ku şansekî bide hewildanên dîplomatîk. Trump hişyarî da ku eger ev hewildan biser nekevin, ew ê bi lêdanên leşkerî yên "pir tundtir" bersiv bidin.

Trump îro 27ê Tîrmeha 2026an, di hevpeyvînekê de bi kanala "Axios" re diyar kir, diyalogeke kûr bi Îranê re heye û got: "Yan dê kar zû bimeşe, yan jî qet nabe. Eger em biser nekevin, em ê tavilê vegerin ser lêdanên leşkerî yên pir bi hêz."

Trump da zanîn, wî roja Înîyê piştî daxwaza welatên navbeynkar ên Rojhilata Navîn biryara rawestandina bombebaranê daye.

Navbeynkariya sereke ji aliyê Umanê ve tê kirin û welatên wekî Qeter, Pakistan û Misir jî tê de beşdar in. Armanc vekirina Tengava Hurmizê û lihevkirina li ser dosyeya atomî ye.

Piştî vê biryarê, bihayê petrolê li cîhanê daket û bazarên borsayê yên Amerîkayê geş bûn.

Trump destnîşan kir, nûnerên wî Steve Witkoff û Jared Kushner di van pêvajoyan de çalak in û ew bawer dike ku Îranî bi xwe jî dixwazin bigihîjin peymaneke dawî.