Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê desteya şopandin û çavdêriyê ya aştiyê bê avakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwekîla Koma DEM Partiyê derbarê "qanûna çarçoveyî" ya ku tê payîn ji bo pêvajoya çareseriyê were rojevê, destnîşan kir, ev qanûn gava yekem a dîrokî ye. Koçyîgît bang kir ku di bin banê Meclisê de "desteyeke şopandin û çavdêriyê ya aştiyê" were avakirin.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît îro 27ê Tîrmehê li Meclisê bal kişand ser giringiya zemîna hiqûqî ya ji bo aştiyê û got: “Em di arefeya merhaleyeke dîrokî de ne. Ev qanûna çarçoveyî dikare di çareseriyê de bandoreke mezin bike. Divê ev qanûn hemû aliyan bigire nav xwe û rê li ber kesên ku vedigerin siyaseta demokratîk vebike.”

Koçyîgît bang li partiyên din ên siyasî kir ku xwe di nîqaşên rojane de asê nekin û vê firsenda dîrokî ji dest nedin. Koçyîgît got: “Ji bo Tirkiyeyeke nû, pêdivî bi zimanekî nû û devberdana ji hişmendiya kevn heye. Piştî qanûna çarçoveyî, divê astengiyên li pêşiya demokrasiyê, wekî Qanûna Têkoşîna Dijî Terorê, werin guherandin.”

Li ser pirsa rojnamegeran a derbarê dema derketina qanûnê de, Koçyîgît diyar kir, hevdîtinên wan bi partiyên din re berdewam dikin û ew li benda derketina qanûnê ne beriya ku Meclis bikeve betlaneyê.

Koçyîgît herwiha got: “Bendewariya me ew e ku qanûneke wisa derkeve ku rê bide endamên rêxistinê vegerin siyaseta demokratîk, yên li Ewropayê bikaribin vegerin û deriyê girtîgehan vebe. Her çend heta niha pêşnûmeyeke şênber li ber destê me tune be jî, muzakereyên me berdewam dikin.”