Pêşewa Hewramanî: Di çend rojên bê de pirsgirêka benzînê çareser dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêka benzînê rasterast li ser xetê ye. Herwiha derbarê mûçeyan de diyar kir, Bexda "kêmiya neqdî" wekî hinceta derengketina mûçeyên meha Tîrmehê nîşan dide.

Pêşewa Hewramanî roja 27ê Tîrmeha 2026an) beşdarî geşta nûçeyan a Kurdistan24ê bû û derbarê çend mijarên giring ên taybet bi jiyana welatiyan û rewşa siyasî gotûbêj kir.

Hewramanî destnîşan kir, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji destpêka krîza benzînê ve bi Wezareta Samanên Sirûştî re di nav peywendiyê de ye û got: “Serokwezîr îro careke din tekez kir ku ew naxwaze mafê ti welatiyekî winda bibe û di demeke nêz de pirsgirêka benzînê were çareserkirin.”

Berdevkê Hikûmetê herwiha bal kişand ser peywendiyên bi Bexdayê re û diyar kir, zemîneyeke baş ji bo diyalogê bi hikûmeta Elî Zeydî re heye, da ku pirsgirêkên wekî sotemeniyê werin çareserkirin.

Derbarê mûçeyên karmendan de, Hewramanî aşkere kir ku lîsteyên mûçeyan ji bo Bexdayê hatine şandin. Wî got: “Hikûmeta Iraqê ji me re ragihandiye ku sedema derengketina mûçeyên meha Tîrmehê ya mûçexurên Herêma Kurdistanê, kêmiya neqdî ye.”

Di beşeke din a axaftina xwe de, Pêşewa Hewramanî bersiva daxuyaniyên Şasiwar Ebdulwahid da û got: “Ev hikûmet ne wî ava kiriye ku bikaribe birûxîne, lê belê îrade û dengê xelkê Kurdistanê ev hikûmet ava kiriye. Gotara populîzmê li Herêma Kurdistanê bi dawî bûye û Kabîneya Nehem li dijî opozîsyoneke sextekar rawestiyaye.”

Hewramanî di dawiyê de tekez kir ku hikûmet wekî her demê, dê piştgir û alîkarê welatiyan be da ku ji qeyranan derbas bibin.