Jêderek ji Wezareta Elektirîkê: Rewşa kêlgeha Kormorê asayî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ji Wezareta Elektirîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihîne, ti rewşeke neasayî li kêlgeha Kormorê rû nedaye û li gorî planeke dariştî, proseya dubare karkirina westgehan piştî demjimêr 12ê şevê dest pê dike.

Jêderekî ji Wezareta Karebayê îro 27ê Tîrmeha 2026an ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ti rewşeke neasayî ji kêlgeha Kormorê ji me re nehatiye û rewşa kêlgehê cîgir e."

Derbarê pêngavên teknîkî yên ji bo asayîkirina rewşa elektirîkê de jî diyar kir ku planên ji bo bilindkirina zexta  gazê di xetên veguhastina gazê de dest pê kirine.

Wî jêderî herwiha got: "Qonax bi qonax proseya dubare karkirina santralan piştî demjimêr 12ê şevê, li gorî wê plana ku hatiye dariştin dest pê dike û rewş ber bi asayîbûnê ve diçe."

Ev di demekê de ye ku Wezîrê Elektirîkê û Samanên Sirûştî bi wekalet ji Kurdistan24ê re ragihand; ji ber destpêkirina karên "Dana Gas", birê pêwîst a gazê ji bo westgehan tê dabînkirin û pirsgirêka kêmiya elektirîkê dê were çareserkirin.