Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê: Me daxwaza vegera NATOyê kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Ebûdî, di hevpeyvîneke televizyonî de ragihand, wan ji bo xurtkirina şiyana hêzên xwe, daxwaza vegera şêwirmendên leşkerî yên biyanî kiriye.

Qasim Ebûdî diyar kir, Iraq hîn jî pêwîstiya wê bi hêzên NATOyê heye ji bo perwerdekirin, pêşkêşkirina şêwirmendiyê û pêşxistina hêzên ewlehiyê. Aşkere kir jî, ji bo vê mebestê wan peywendî bi berpirsên NATOyê re kiriye û daxwaza vegera wan kiriye, aliyê NATOyê jî soza vegerê daye.

Derbarê vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de, Ebûdî got ku ev beşek ji rêkeftina sala 2011an e ku proseya vekişînê li başûrê Iraqê dest pê kiriye, lê ev hêz hîn jî li Herêma Kurdistanê mane.

Şêwirmendê Asayişê aşkere kir ku dezgehên îstîxbaratî yên Iraqê dest danîne ser dosyeyeke ewlehiyê ya metirsîdar; li gorî dosyeyê, di navbera 3 hezar heta 5 hezar ciwanên Iraqî niha di refên artêşên Rûsya û Ukraynayê de şer dikin û li qadên şer rûbirûyî hevdu dibin.

Da zanîn jî, wan li navxweya Iraqê çend grûp girtine ku êrîşî saziyên dewletê kirine. Li gorî gotina wî, girtiyan di dema lêkolînê de li xwe mikur hatine ku ew "ji bo berjewendiyên Ukraynayê" kar dikin. Ebûdî diyar kir, ev dosyeyeke pir aloz e û lêkolînên hûr li ser destwerdana ewlehiyê ya Ukraynayê berdewam dikin.

Ebûdî bal kişand ser êrîşên li ser Firokxaneya Bexdayê û bingehên ewlehiyê û got, ev êrîş ne tenê li dijî hêzên hevpeymanan in. Wî wekî nimûne behsa bajarê Besrayê kir ku ti hêzên biyanî lê nînin, lê dîsa jî lê êrîş hatine kirin. Ebûdî ev yek wekî nîşana hewildanên "aliyên têkder" ên ji bo têkdana aramiya Iraqê bi nav kir.