Heybet Helbûsî daxwaza çareserkirina nakokiyên Hewlêr û Bexdayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamentoya Iraqê daxwazê ji hemû aliyan dike ku pirsgirêkên xwe bi rêya destûr û Dadgeha Bilind a Federal çareser bikin. Herwiha pabendbûna parlamentoyê bi pesendkirina budceyeke bernameyî ya dadperwer tekez dike.

Serokê Parlamentoya Iraqê Heybet Helbûsî duh 24ê Mijdara 2026an, di peyamekê de derbarê pêşhatên dawî û wê rageşiya medyayî ya ku li ser hejmarek dosyayan di têkiliyên navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de derketiye holê, daxwaz ji hemû aliyan kir ku berjewendiya bilind a welêt di ser her tiştî re bigirin û nakokiyan di çarçoveyên destûrî û yasayî de çareser bikin.

Heybet Helbûsî amaje bi wê yekê kir ku pêwîst e her nakokiyek bê birin ber Dadgeha Bilind a Federal, ji ber ku li gorî madeya 93an a destûrê, erkê şîrovekirina deqên destûrî û yekalîkirina nakokiyên navbera Hikûmeta Federal û hikûmetên herêman li ser milê wê dadgehê ye. Herwiha li gorî madeya 94an a destûrê, biryarên wê ji bo hemû desthilatan pabendker in.

Serokê Parlamentoya Iraqê dubare kir ku destûr yasaya herî bilind a welêt e û serweriya wê li ser karê hemû desthilatan heye, çi li ser asta federal be, çi herêmî be, an jî xwecihî be.

Helbûsî aşkere kir ku pabendbûna bi destûrê ne bijardeyeke siyasî ye ku tawîz li ser bê dayîn, belkî erkekî neçarî û pabendker e li ser hemûyan bê cudahî.

Di heman demê de Serokê Parlamentoya Iraqê tekez kir ku parlamento pabend e bi pesendkirina budceyeke bernameyî ya dadperwer û hevseng, ku mafê hemûyan misoger bike û dadperweriyê di dabeşkirina çavkanî û samanan de di navbera hemû welatiyên Iraqê de bê cudahî pêk bîne.