Parlamenterên pêkhateyan: Zimanê hêz û leşkerî xizmeta ti aliyekî nake

Navenda Nûçeyan (K24) –  Parlamenterên Kildan, Siryan, Aşûrî û Ermen ên li Hewlêr û Dihokê nîgeraniya xwe ya kûr li hember daxuyaniya Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê ya li dijî Herêma Kurdistanê derbirî û tekez kir ku ew rêkar li dijî prensîbên sîstema federal in û binpêkirina madeyên destûrê ne.

Parlamenterên Kildan, Siryan, Aşûrî û Ermen ên li Hewlêr û Dihokê duh 24ê Mijdara 2026an, daxuyaniyek belav kir û tê de nîgeraniya xwe ya kûr li hember daxuyaniya Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê ya li dijî Herêma Kurdistanê anî ziman.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev rêkar li dijî prensîpên sîstema federal in û binpêkirina madeyên destûrê ne. Herwiha hat destnîşankirin ku ev gav aştî û aramiya li Iraqê lawaz dikin û pêkvejiyana pêkhateyan zêdetir dixin rewşeke nearam.

Wan parlamenteran tekez kir ku çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de divê li ser bingeha destûrê û rêzgirtina li serweriya Herêma Kurdistanê be, ne bi bikaranîna zimanê hêz û leşkerî, ji ber ku ev yek xizmeta ti aliyekî nake.

Parlamenterên Kildan, Siryan, Aşûrî û Ermen ên Hewlêr û Dihokê di dawiya daxuyaniya xwe de ragihand: "Di vê rewşa dijwar de, em daxwazê ji hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikin ku bi helwesteke hevbeş û yekgirtî qewareya Herêma Kurdistanê û destkeftiyên wê biparêzin."