Projeya ava Akrê di Nîsana sala bê de tê temamkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e ku bihara sala bê karên projeya stratîjîk a ava Akrê bi dawî bibin. Ev proje arêşeya kêmaviyê li navenda qezayê û 19 gundan çareser dike.

Projeya ava Akrê yek ji projeyên girîng ên deverê ye û heta niha %70 ji karên wê temam bûne. Piştî terxankirina rêjeyeka nû ya pereyî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, tê pêşbînîkirin ku di meha Nîsana bê de hemî karên projeyê bi dawî bibin.

Rêveberê Ava Akrê Zirar Ehmed ji Kurdistan24ê re ragihand: “Proje ji sala 2012ê ve hatiye destpêkirin, lê berê ji ber şerê DAIŞê û aloziyên deverê nehatibû temamkirin. Paşê di sala 2017ê de careka din kar tê de hatibû destpêkirin, lê ji ber belavbûna pejîka Koronayê karên wê hatin rawestandin.

Rêveberê Ava Akrê zelal jî kir: “Di Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de karkirina di vê projeyê de hatiye destpêkirin û ev salek e kar bi rengekê baş bi rê ve diçin. Herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku eger ti arêşeyeka darayî û rûdaneka nexwestî çê nebe, meha Nîsana bê hemî karên projeyê tên temamkirin.

Li ser xerciya projeyê, Zirar Ehmed got: “Bi rengekê giştî 119 milyar dînar ji vê projeyê re hatine terxankirin û biryar bû mehane du milyar û nîv dînar jê re bên xerckirin. Di dema niha de jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê 10 milyar dînarên din bo lezandina pêngavên karkirinê terxan kirine.

Ev projeya girîng ava paqij bo navenda bajarkê Akrê dabîn dike, ku navend ji 47 gerokan pêk tê, ligel dabînkirina avê bo nahiyeya Bicîlê û 19 gundên sînorî.

Di vê qonaxê de şêniyên wan 19 gundan ji bo bidestxistina avê pişta xwe bi kanî, çem û rûbaran girê didin. Bi temamkirina vê projeyê jî, arêşeya bêaviyê bo bi dehan salên bê li komelgeha Bicîlê û gundên derdorê çareser dibe.